Beşa Ezmûnan a Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê, waneya Kurdî ji lîsteya ezmûnên refên dawî derxist. Ji bo çareserkirinê wê şandeyek Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê û Xwendina Kurdî ya Kerkûkê biçe Bexdayê.
Beşa Ezmûnan a Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê li herêmên madeya 140 waneya Kurdî ji lîsteya ezmûnên refên dawî derxist ku biryarê di meha Adarê de destpê bike were pêk anîn. Ev biryar qaşo ji bo waneyên xwenderan werin kêmkirin û barê wan sivik bibe daye. Ji bo xwendekarên Ereb û Tirkmen jî waneya ol rakirin.
Mamostayê xwendina Kurdî yê li Kerkûkê Kemal Elî li ser mijarê got; “Di sîstema xwendina ser bi perwerdeya Wezareta Perwerdeyê ya Herêmê de Kurdî waneyek bingehî ne. Hemû pirtûk û meteryalên me ser bi Herêma Kurdistanê ne. Lê ezmûnên me ser bi hikûmeta navendî ye. Ji bo îsal Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê sîstema rakirina waneyan pêk bîne. Ji bo barê xwendekaran giran nebe. Di lîsteya ezmûnên refên dawî yên derve de waneya Kurdî hatiye rakirin.”
Kemal Elî wisa difikire ku şaşiyeke teknîkî heye û mijarê siyasî nabîne û dibêje; “Ji bo çareserkirina pirsgirêkê, biryare 30’ê Çileyê (îro) şandeya hevbeş a Rêveberiya Xwendina Kurdî û Wezareta Perwerdeyê ya Herêmê serdana Bexdayê bikin.”
ROJNEWS/KERKÛK