Iraqê 50 DAIŞ´î û 168 maliyên wan wergirtin

Yekşem 4 Hezîran 2023 - 14:12

Rayedarên Iraqê dan zanîn ku wan "50 enamên çeteya DAIŞ´ê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)" wergirtine. Ev çavkaniya ji nava Iraqê, bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin ji Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) gotiye, "Ev çete wê di çarçoveya hiqûqa Iraqê de bên dadgehkirin."

Ji bilî van, heman çavkaniyî gotiye, 168 xizmên endamên çeteya DAIŞ´ê jî ji kampa Holê gatine wergirtin û li kampa El-Cedae ya li başûrê Mûsilê hatine bicihkirin.

Adara bihurî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li welatên cîhanê kiribû da ku welatiyên xwe yên di hepsên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û yên li kampa Holê wergirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.