Iraq zengîn bû xelkê wê zengîn nebû

Pêncşem 15 Îlon 2022 - 22:36

  • Heysem Cibûrî da zanîn ku 9 milyon kes ango milyonek û 800 hezar malbat muhtacî alîkariya civakî ne da ku debara xwe bikin.

Şêwirmendê Hunerî yê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Heysem Cibûrî diyar kir ku sedema bipêşketina aboriya welat, bilindbûna buhayê neftê ye, lê zêdebûna dahata welat ti bandor li jiyana welatiyan nekiriye.

Heysem Cibûrî di hevpeyvînekê de diyar kir ku sedema bipêşketina aboriya welat bilindbûna buhayê neftê ye, lê zêdebûna dahata welat bandor li ser jiyana welatiyan nekiriye.

Heysem Cibûrî da zanîn ku 9 milyon kes ango milyonek û 800 hezar malbat muhtacî alîkariya civakî ne da ku debara xwe bikin.

Hêjayî gotinê ye ku niha Iraq rojane 4 milyon û 496 hezar bermîl neft ji bîrên başûrê Iraqê hinardeyî derveyî welat dike. Ev mîqdar ji bilî nefta li Herêma Kurdistanê ye.  Wezîrê Nefta Iraqê doh ragihand ku ew hewl didin sala bê, dahata neftê zêde bikin.

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.