Iraq wê sê bendavan çêke
Sêşem 25 Nîsan 2023 - 00:56
Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand ku lihevkirinek ji bo çêkirina 3 bendavan li Herêma Kurdistanê hatiye îmzekirin. Wezaretê got, armanca van bendavan dabînkirina ava vexwarinê û avdaniyê ye.
Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Xalid Şîmal ji medya fermî ya Iraqê re ragihand ku Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê li gel şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê re ku vê dawiyê serdana Bexdayê kiribûn, li ser çêkirina 3 bendavên ‘Daga, Mendawî û Bakirman’ lihevkirinek îmzakirine.
Her wiha diyar kir ku niha hêza depokirina di bendavên Iraqê de 9 milyar m³, planên Wezaretê jî li ser armanca di werza havînê de zêdekirina ava vexwarin û avdaniyê ye.
Xalid Şîmal herî dawî destnîşan kir ku ger ku depoyên zêdetir li ber dest hebin, wê demê dikarin hîn zêdetir sebzeyan biçînin.
NAVENDA NÛÇEYAN