Iraq wê penaberan vegerîne

Duşem 9 Çile 2023 - 01:32

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku ji bo vegerandina penaberên Iraqî yên di wargeha Holê ya li Rojavayê Kurdistanê de, hemû amadekarî temam bûne.

Rêveberê Giştî yê Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê Elî Ebas derbarê vegerandina penaberên Iraqî yên di nava wargeha Holê de ji medya Iraqê re axivî.

Elî Ebas destnîşankir ku vegera penaberên Iraqî yên di wargeha Holê de, wê di demek nêzîk de qonax bi qonax were destpêkirin.

 

Penaberên Şengalê jî wê vegerin

Derbarê vegerandina penaberên di wargehên li Herêma Kurdistanê de jî Ebas got; “Vegerandina penaberên di wargehên herêmê de berdewam dike. Ji ber ku zarokên malbatan di dibistanên wargehên herêmê de dixwînin.”

Derbarê penaberên Şengalê de jî diyarkir ku ji bo vegerandina penaberan bi taybet jî ji bo vegera ji bo Şengalê, şert û mercên guncav wê werin avakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.