Iraq û Sûriyê peyman îmze kir
Çarşem 10 Gulan 2023 - 15:47
Wezîrên Avê yên Iraq û Sûriyê li ser mijara avê peymanek îmze kirin. Iraq ji bo gihiştina armancên hevbeş, daxwaza alîkariya hevbeş dike. Her wiha lihevkirineke zelal li ser birêvebirina çemê Firatê heye.
Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Çavkaniyên Avê yên Iraqê Ewn Ziyab û Wezîrê Avê yê Suriyeyê Temam Mihemed Raed protokola teknîkî ya hevbeş a li ser avê ya di navbera her du welatan de îmze kirin. Her wiha hat gotin, her du aliyan behsa peywendiyên du alî yên hevbeş ên di navbera her du welatan de kirine û li ser peywendiyên du alî û rêyên bipêşxistina peywendiyan ên demdirêj axivîne.
Her wiha hat gotin Wezîrê Avê yê Iraqê Ewn Ziyab daxwaza dewama hevkariyê ji bo bidestxistina armancên hevbeş û mafên avê, herwiha têgihîştina zelal di birêvebirina çemê Firatê de kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN