Iraq dixwaze Ereban dûr bixe

Sêşem 18 Hezîran 2024 - 00:23

ARGEŞ ŞENGALÎ / ANF / ŞENGAL

Beriya fermana 2014’an ku PDK li Şengalê desthilatdar bû, beşek ji siyaseta PDK’ê ya li Şengalê ew bû ku di navbera civaka Êzidî û gelê Ereb de nakokiyan çêke, wan li hev sor bike û zemîna şer ava bike. Ji bo nerazîbûn bi gelê Ereb re çêbe di benden kontrolê de nedihişt bi rehetî derbasî nav Şengalê bibin. PDK’ê bi van pêkanînan dixwest kîn û hêrsa gelê Ereb li hemberî civaka Êzidî çêbe. Lê piştî ku fikrê netewa demokratîk a Rêber Kurd Abdullah Ocalan li herêmê berbelav bû, ev kîn û hêrsa di navbera gelan de rabû û hemû pêkhateyên Şengalê di bin banê Rêveberiya Xweser a Şengalê de bûn yek deng.

Têlên rêsayî datînin

Di demên dawî de vê carê jî dewleta Iraqê zextên li ser gelê Ereb zêde kiriye. Serdegirtina malan, girtina pêşeng û rûspiyên gelê Ereb weke siyaseta qûtkirina wan ji pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê tê meşandin. Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo vê siyaseta Iraqê nirxand û got:’’Danîna têlan yek ji xalên Peymana 9’ê Cotmehê bû lê îradeya gelê me ev planên wan pûç kirin û vê planê ti bandora xwe li gel nekir. Niha jî dixwazin bi girtin û êşkenceyê bi gelê Ereb gav paş de bidin avêtin.’’

Girtina wî ji bo çavtirsandinê ye

Hêzên Iraqê 28’ê Gulanê bi ser mala Endamê Desteya Rêveber a Şengalê û di heman demê de Hevserokê Meclîsa Gel a gundê Bîrcarî Ebû Segir de girtin û ew bi êşkenceyê binçav kirin. Cîhan Celo girtina Ebû Segir jî bi van gotinan nirxand:’’Sedemê girtina endamê Desteya Rêveber ew bû ku Ebû Segir li hemberî planên dewletê yên parçekirina civakan rabûye û dixwazin bi girtina wî çavê gelê Ereb bitirsînin.’’ Cîhan Celo bi bîr xist ku piştî fermana 2014’an Şengal bi destê şervanên YBŞ û YJŞ’ê ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin û got:’’Îro bi sedan şervanên YJŞ’ê û YBŞ’ê yên ji pêkhateya Ereb hene. Bi dehan şervanên Ereb li kêleka şervanên Êzidî şêrê DAÎŞ’ê kirine û gihane asta şehadetê. Madem ku xwîna me tevlî hev bûye û em li ser fikir û armancekê ne û dijminê me yek e, wê ti kes nikaribe xwişk û biratiya di navbera me de jî xira bike û pê bileyîze.’’

Em ê xwedî li Ebû Segir derkevin

Cîhan Celo da zanîn ku Ebû Segir 20 roj in girtî ye û di bin êşkencê de ye û got:’’Em nizanin ka di çi rewşê de jiyan dike, me weke Rêveberiya Xweser a Şengalê gelek caran serlêdan kirine, me parêzer jî xistine dewrê û ji ber doza wî erkdar kirine. Em weke Rêveberiya Xweser dibêjin em ê ti carî dev jê bernedin heya ku em endamê xwe rizgar nekin.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.