- Parlamena Iraqê 26´ê Adarê nekarî bicive û dîsa hilbijartina serokkomarê nû pêk nehat.
Parlamena Iraqê 26´ê Adarê nekarî bicive û dîsa hilbijartina serokkomarê nû pêk nehat. Ji ber ku aliyên Şîî û YNK´ê rûniştin boykot kirin, hejmara lazim a parlamenteran di rûniştinê de ne hazir bûn. Lê dîsa jî bêhtir ji hejmara tifaqa Sedr, Helbûsî û PDK´ê parlamenter hazir bûn. 166 parlamenterên vê tifaqê hene, lê dicivînê de 202 parlamenter hazir bûn. Ev jî nîşan dide ku gelek parlamenterên serbixwe di rûniştinê de hazir bûn. Lê li gorî qanûnan ji 3 paran diduyê parlamenteran diviyabû hazir bin, yanî ji 329 parlamenteran lazim bû 220 amade bin. Serokkomarê Iraqê yê hîna li ser kar piştî ku serokkomarê nû nekarî bê hilbijartin. daxuyaniyek da û got, bicihneanîna wezîfeyên destûrî cihê xemgîniyê ye. Di ser hilbijartina giştî re 5 meh û 18 roj bihurîne û hîna ne serokkomar hatiye hilbijartin û ne jî hikûmet hatiye avakirin li Iraqê.
BEXDA