Zarokekî Kurd di dema serhildanên ‘Jin, jiyan, azadî’ de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin. Zarokê Kurd di bin çavan de hat êşkencekirin. Piştre ji ber êşkenceyê hate emeliyat kirin û di dema emeliyatê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyên di medyaya Îranê de hatine belavkirin, pêr êvarî zarokê Kurd ê bi navê Berzîn Hemze ku di dema şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû binçavkirin û êşkencekirin, di dema emeliyatê de jiyana xwe ji dest da. Hat gotin Berzîn Hemze yê  16 salî xelkê parêzgeha Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê ye. Di dema serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ de ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin û li gorî gotina malbata wî ji beriya were binçavkirin ti nexweşiyek wî nebû. Hat gotin, di dema hatiye binçavkirin de sê caran ji ber êşkenceyê ji ser hişê xwe çûbû.

Li gor daneyan, di dema serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ de li parêzgehên cûda yên Rojhilatê Kurdistanê nêzî 300 zarok hatin binçavkirin. Heta niha tenê navê 193 ji wan eşkere bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN