Îranê sê kes bi dar ve kirin

În 19 Gulan 2023 - 15:31

Rejîma Îranê bi îdiaya ku ‘tevlî şerê li dijî Xwedê bûne’ 3 kes dar ve kirin.

Dezgeha dadweriya Îranê ragihand ku 3 kesên ku bi tohmeta kuştina 3 endamên hêzên rejîmê di dema serhildana Jîna Amînî de hatine cezakirin, sibeha 19’ê Gulanê hatine bidarvekirin.

Hate diyarkirin ku Mecîd Kazimî, Salih Mîrhaşimî û Seîd Yaqûbî di xwepêşandana li Îsfehanê de bi hinceta ku çek bi wan re bûn û ‘tevlî şerê li dijî Xwedê (mûharebeh)’ bûne, cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birrîn.

Sê kesên di Mijdara bihurî de hatibûn girtin, di Çileyê bihurî de hatibûn mehkûmkirin. Dezgeha dadweriya Îranê, van her sê kesan sûcdar dike bi kuştina sê endamên hêzên rejîmê.

Li gorî rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî ya sala 2022’yan a derbarê bidarvekirinê de, Îran piştî Çînê di rêza duyemîn de ye. Bidarvekirinên li Îranê di sala 2021’û de 314 bû û ev hejmar di sala 2022’yan de bûye 576. Tê diyarkirin bîlançoya rastîn ji vê hejmarê girantir e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.