Îranê merasîm asteng kir
Pêncşem 18 Tebax 2022 - 21:21
- Îtlaetê xelkê malê kirine ber lêpirsînê. Îtlaetê wekî din rê nedaye merasîma sersaxiyê ji bo Şehîd Rêzan Cawîd were danîn.
Hat ragihandin ku Dezgeha Îtlaet ya Sûpayê Pasdaran a Îranê, li Mehabadê rê nedaye ku merasîma sersaxiyê ji bo Hevserokê Berê yê KODAR´ê û Endamê Rêveberiya PJAK’ê şehîd Rêzan Cawîd were danîn. Îtlaetê bangî xizmên Cawîd kir û ew birin navenda xwe. Îtlaetê xelkê malê kirine ber lêpirsînê. Îtlaetê wekî din rê nedaye merasîma sersaxiyê ji bo Şehîd Rêzan Cawîd were danîn.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 13’ê Tebaxê berpirsên ewlehiyê yên Mehabadê zext li dayîka Şehîd Rêzan, Daye Fatme Suhrabî û birayên wî kirine da ku li ser çapemeniyê berpirsyariya şehadeta kurê xwe, bixin stuyê PJAK’ê. Lê malbata Şehîd Rêzan Cawîd ev daxwaza Îtlaetê red kiriye.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku ji ber astengiyên li pêşiya merasîma sersaxiyê û zextên hêzên Îranê, 15’ê Tebaxê malbata Şehîd Rêzan neçar maye bi awayekî demkî ji mala xwe derkeve.
Hevserokê Berê yê KODAR´ê û Endamê Rêvberiya PJAK’ê Rêzan Cawîd 6’ê Tebaxa 2022’yan, li Qamişloyê di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.
NAVENDA NÛÇEYAN