Îranê mamosteyê Kurdî ceza kir

Pêncşem 24 Tebax 2023 - 16:26

Rejîma Îranê li mamosteyê Kurdî Sîwan Ibrahîmî, salek cezayê hepsê û 40 qamçiyan birrî.

Sîwan Ibrahîmî ji aktîvîstên navdar ên devera Kamyaranê ye. Ew hem mamosteyê Kurdî ye û hem jî endamê rêveberiya Navenda Çandî-Civakî Nûjîn e. Rejîma Îranê bi rêya dadgeheke xwe cezayê salek hepsê û 40 derbên qamçiyan lê birrî, gava ku ew li dadgehê ne hazir bû. 

Sîwan Ibrahîmî li hepsa Kirmaşanê tê ragirtin. Dadgeha rejîmê ya ceza ya hejmar 106 a Sinê, bi îdîaya “xirakirina nîzama giştî” cezayê lêdana 40 derbên qemçiyan li Sîwan Ibrahîmî birrî.
Sîwan Ibrahîmî bi xwe li ser hesabê xwe yê Instagramê da zanîn ku sedema sereke ya birrîna ceza ew bû ku wê dev ji wezîfeyên xwe bernedaye.   

Ceza 8´ê Tebaxê li Sîwan Ibrahîmî hatiye birrîn, lê fermî hîna nû 22´yê Tebaxê rayedaran ew agahdar kiriye.

Dadgeha rejîmê ya li Sinê wekî din bi îdîaya “propagandaya li dijî rejîmê” jî mamosteyê Kurdî dadgeh dike û rûniştina vê dozê jî wê 28´ê Tebaxê pêk were.
Sîwan Ibrahîmî 3´yê Çileyê îsal gava ku li Sinê doza hevjîna xwe Zara Mihemedî dişopand hatibû girtin. Paşê 14´ê Sibata 2023´yan bi kefaletê heta bidawîbûna pêvajoya dadgehkirinê hatibû berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.