- Rejîma Îranê di nava 40 salan de 540 kes ji welatên cîran û herêmê revandine û gelek ji wan qetil kirine. Ji vê hejmarê 379 bûyerên revandin û qetilkirinê, li Başûrê Kurdistanê qewimiye.
Navenda Mafê Mirovan (Ebdurehman Birumend) ku saziyek Mafê Mirovan a Îranê ye û navenda wê li Emerîkayê ye, derbarê kesên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine revandin û qetilkirin de raporek belav kir.
Navendê di rapora xwe de ragihand ku êrişa herî dawî ya rejîma Îranê, hewla revandina rojnamegera jin Mesîh Elî Nejad ya li Emerîkayê bû.
Di rapora navendê de tê gotin, li gorî encama lêkolînên hatî kirin, ji sala 1979’an û pêve, bi sedan êriş dijî penaberên siyasî, rexnegerên li welatên derve pêk hatiye. Di dewama raporê de bang li hemû welatan hate kirin û hate gotin; “Divê welatên din parastina mafê penaberan yên di nava xaka xwe de bikin. Rejîma Îranê zêdetirî xwe li welatên cîran de pêk aniye.”
Li gorî raporê hejmara kesên li derveyî Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin û revandin wiha ye:
‘’Li Başûrê Kurdistanê 380, Iraq 30, Pakistan 30, Tirkiye 28, Fransa 13, Efganistan 9 û 20 bûyerên revandin û kuştinê jî li welatên Elmanya, Nemsa, Swîsre, Brîtanya, Swêd, Holanda, Emerîka, Îmarat, Tacikistan, Tanzanya, Azerbaycan, Hindistan, Filîpîn, Polonya, Spanya û çend welatên din pêk hatine.’’
Ji 450 hewldanên revandin û qetilkirinê, 397 kes hatine kuştin. Ji vê hejmarê jî 329 kes li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.
Kesên ku ji hewldanên kuştin û revandinê yên Îranê rizgarbûne, ji bo parastinê xwe spartine welatên din. Lê ew kes li wan welatan jî nehatine parastin. SILÊMANÎ