Îranê Kurdek bidarve kir

În 13 Îlon 2024 - 01:25

Hate ragihandin ku rejîma Îranê li girtîgeha Qizilhîsar ya Kerec, Kurdek bi navê Secad Bendegî bi darve kir. Secad Bendegî 37 salî bû û xelkê Hersîn a ser bi bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê bû. Her wiha hate ragihandin ku piştî Secad sewqî hucreya yek kesî ya li Girtîgeha Qizilhîsar a Kerec bi saetan cezayê darvekirinê hat pêkanîn. Li gorî heman agahiyan Secad Bendegî, beriya 10 salan ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ya Îranê ve bi cezayê darvekirinê hatibû cezakirin. Hêjayî gotinêye ku di meha Tebaxê ya îsal de nêzîkî 94 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin ku ji sedan 21’ê wan Kurd bûn. Di meha Tîrmehê de jî 55 kes hatibûn darvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.