Îranê jineke ducanî jî şehîd kir

În 30 Îlon 2022 - 00:19

Bîlançoya êrişên Îranê yên li dijî Başûrê Kurdistanê girantir bû. Herî kîm 13 kes şehîd bûn û 58 kes jî birîndar bûn. Li gorî rayedarên nexweşxaneyan ji van birîndaran rewşa 14´an giran e. Di nava şehîdan de jineke ducanî jî heye. Li aliyê din Bexdayê ji ber êrişê nota da Îranê. Lîga Ereb û Sekreterê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres jî ji ber êrişê Îran rûreş kir û jê xwest êrişan rawestîne. Lê hem Îranê û hem jî dewleta Tirk doh bombebarandina li Başûrê Kurdistanê dewam kir.

Dewleta Îranê, di demekê de ku gel li Îranê rabûye ser xwe, hêzên Îranê êriş bire ser hêzên Rojhilatê Kurdistanî û sivîlên li Başûrê Kurdistanê.
Li herêmên Silêmaniye û Hewlêrê, bombardûmaneke giran li baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î), Civaka Kedkar a Şoreşger a Kurdistana Îranê (Komele) û Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK) kir.

Li gorî servîsên antîterorê yên Başûrê Kurdistanê, di encama êrişan de 13 kesan jiyana xwe ji dest da û yek ji wan jineke ducanî ye. Her wiha pirraniya wan sivîl 58 kes jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de sê nûçegihanên kanala televîzyonê ya K24 jî hene û yek ji wan jî bi giranî birîndar bûye.

Bi dron û mûşekan êriş kir

Servîsên antîterorê yên PDK û YNK´ê ragihand ku herêm bi fuzeyên balîstîk û droneyên bombebarkirî zêdeyî 70 carî hatiye bombekirin.
Li gorî hikûmeta Bexdayê bi 20 droneyên bombebarkirî êriş hatiye kirin.

Rêveberiyên Bexda û Hewlêrê êriş şermezar kirin. Fermandariya Leşkerî ya Rojhilata Navîn a DYE'yê Centcomê jî ragihand ku roja çarşemê piştî nîvrojê droneyeke ber bi Hewlêrê ve diçû û 'Ji bo hêzên Centcomê gef bû' hatiye xistin. Washingtonê êriş rûreş kir.

Berlînê ev rageşî weke rewşeke 'nayê qebûlkirin' pênase kir. Parîsê jî 'binpêkirina serweriya Iraqê' ji aliyê Tehranê ve, şermezar kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Eshaf diyar kir ku ji ber êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê, wî telefonî Sefîrê Îranê yê li Bexdayê kiriye û nameyeke tund a nerazîbûnê pêşkêş kiriye.

Lîga Erebî Îran şermezar kir

Sekreterê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebû El Xeyt, topbarana Îranê ya bi mûşekan a li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li Îranê kir da ku li gorî prensîpên cîrantiya baş tevbigere.

Sekreterê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres jî derbarê êrişên Îranê yên li dijî Başûrê Kurdistanê de got, divê bi lez êrişên li dijî Herêma Kurdistanê bên rawestandin û rêz li serwerî û yekparçebûna xaka Iraqê bê girtin.

Tirkiye û Îran êrişan dewam dikin

Lê hem dewleta Tirk û hem jî Îranê êrişên xwe dewam kirin. Balafirên şer ên dewleta Tirk herêma Bradost bombebaran kir û rejîma Îranê jî careke din herêma Balekayetî topbaran kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.