Hêzên rejîma Îranê êrişî xelkê gundê Dertengî Bala yê ser bi Loristanê kir û gelek kes ji ber êrişê birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji herêmê, pêr êvarê, hêzên rejîma Îranê ji bo dagirkirina mal, bax û baxçeyê welatiyan, çûn gundê Dertengî Bala ya ser bi herêma Mehman a ser bi bajarê Elşiter ê parêzgeha Loristanê li Rojhilatê Kurdistanê.
Xelkê gund li dijî dagirkireriya hêzên rejîmê nerazîbûn nîşan da û rê nedan bikevin nav mal, bax û baxçeyê wan. Hêzên rejîmê êrişî xelkê gund kir û gule berda wan.
Li gorî agahiyan di encama êrişa hêzên rejîmê de bi dehan kes ji xelkê gund bi giranî birîndar bûne û gelek kes jî hatine girtin.
Xelkê gund dibêje, rejîm bi hinceta çêkirina rê, dixwaze malên wan xira bike, bax û baxçeyê wan ji holê rake. Ji bo vê rê nadin dagikeriyê.
ROJNEWS/SINE