Îranê êrişî Hewlêrê kir

Çarşem 17 Çile 2024 - 02:55

Rejîma Îranê pêr bi şev êrişî Hewlêrê kir, di encama êrişê de ji heman malbatê 4 kes jiyana xwe ji dest dan. Supayê Pasdarên Îranê bi mûşekên balîstîk êrişî balafirxaneya Navnetewî û navçeyên Pîrzîn û Bineslawa yên Hewlêrê kir. Di encama êrişê de karsazê bi navê Pêşrew Dîzeyî û 3 ferdên din ên malbata wî jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin 7 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan dengê teqînên mezin li gelek taxên Hewlêrê jî hatine bihîstin, derî û penceryên xelkê şikestine û tirsek mezin ketiye nava welatiyan. Piştî êrişê Supayê Pasdarên Îranê berpirsyartiya êrişê girt ser xwe. Li gor zaniyariyan, karsazê Iraqî Kerem Mîxayîl jî di êrişa pêr bi şev li bajaroka Pîrmam a ser bi Hewlêrê de li gel karsazê Hewlêrî Pêşrew Dizeyî jiyana xwe ji dest daye. Kerem Mîxayîl pişkeke xwe ya mezin di şirketa Samsung de heye û xwediyê şirketa Reyan a ji bo hawirdekirina amûrên elektrîkê ye. Kerem Mîxayîl Mesîhî ye, di sala 1981’an de li Brîtanyayê hatiye dinê û li Dubaiyê niştecih bûye. Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir û got, êrişa pêkhatî binpêkirina serweriya Iraqê ye divê pirsgirêk û mijarên aloz bi rêya danûstandinan ne bi rêyên leşkerî bên çareserkirin. Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Alîkariya Iraqê (UNAMI) jî derbarê êrişa li ser Hewlêrê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de êriş hate şeremzarkirin û hate gotin;“Divê êrişên li ser serweriya Iraq û xelkê werin rawestandin û mijarên ewlekariyê bi rêyên guftugoyê werin çareserkirin.” Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê jî derbarê êrişê de daxuyaniyek da û hate gotin:“Emerîka êrişa Îranê ya li ser Hewlêrê bi tundî şermezar dike û sersaxiyê ji malbatên xizmên wan hatine kuştin re, dixwaze. Em li dijî êrişên Îranê yên li ser aramiya Iraqê ne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.