Îranê Ehmedî bi dizî bidarve kir
În 24 Sibat 2023 - 01:51

Siyasetmedarê Kurd û aktîvîst Serkewt Ehmedî yê 29 salî, ji aliyê rejîma Îranê ve hat bidarvekirin.
Hate ragihand ku siyasetmedar û aktîvîstê Kurd Serkewt Ehmedî ku du sal bûn di Girtîgeha Kirmaşanê ya li Rojhilatê Kurdistanê de bû, ji aliyê dewleta Îranê ve bi dizî hatiye bidarvekirin.
Ehmedî, endamê berê yê Partiya Kedkarên Şoreşger a Kurdistanê KOMALA bû. Meha Çileyê ya sala 2021’ê ku hewil da derbasî Ewropayê bibe, hêzên rejîma Îranê ew binçav kir û di bin çavdêriya îstixbarata Îranê ya Kirmaşanê de lêpirsîn kirin. Bi pişt re ji aliyê daraza Îranê, bi sûcdariya kuştina Hasan Malakî, cezayê darvekirinê lêhate birrîn.
NAVENDA NÛÇEYAN














