Îranê dîsa êriş bire ser Başûrê Kurdistanê
Sêşem 22 Mijdar 2022 - 00:01
Dewleta Îranê pêr bi şev careke din bi dron û mûşekan êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistan yên li Herêma Kurdistanê kir.
Dewleta Îranê pêr derengî şevê careke din êrişî wargehên penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koye, Wargeha Cêjnîkan ya li nêzî Hewlêrî, baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê a li Zirguwêz a Silêmaniyê kir.
Dewleta Îranê destpêkê bi çar mûşekan êriş bire ser wargeh û baregeha Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê a li Koyeyê. Di heman demê de baregehên Zehmetkêşana Kurdistan a li herêma Zirgiwêz ya Silêmanî û Wargeha Cêjnîkan a nêzî Hewlêrê ku penaberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê tê de ne, bombe kir.
Pêşmergeyek şehîd bû
Li gorî agahiyên ji Komeleya Zehmetkêşan hatine wergirtin, dewleta Îranê bi dronan êrişî herêma Bane Gewre ya li Zirgiwêz kiriye.
Li gorî aghiyan dewleta Îranê bi du dronan êrişî wargeha Cêjnîkan jî kiriye. Çavkaniyên HDK-Î diyar dikin ku, li Koyê di êrişê de pêşmerge Behzad şehîd bûye. Artêşa Îranê 28'ê Îlonê û 14'ê Mijdarê jî bombe li wargeh û baregehên xelkê ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê barandibûn.
NAVENDA NÛÇEYAN