Hêzên dewleta Îranê li herêma sînor a navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, ciwanek qetil kir.
Li gorî agahiyan, li gundê Şikevtan ê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, Rustem Çakmak ê 20 salî bi hinceta 'binpêkirina sînor' hate qetilkirin.
Cenazeyê Çakmak ji aliyê malbata wî ve ji cihê bûyerê hate rakirin û ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.
Dewletên Îran û Tirk her sal bi dehan kesan li ser sînor dikujin. Bi taybetî êrişê dibin ser kolberan.
COLEMÊRG