Rejîma Îranê ciwanekî xelkê bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi darve kir.

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê pêr ciwanê bi navê Cemal Mihemedî yê xelkê Îlamê, li girtîgeha navendî ya Îranê li bajarê Îlamê, hate darvekirin.

Li gorî çavkaniyê, Cemal Mihemedî beriya du salan ji aliyê dadgeha bajarê Îlamê ve, bi sûcê kuştina fermandarekî supayê pasdaran ve hatibû girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Cemal Mihemedî pêr li girtîgeha Îlamê hate darvekirin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ