Îranê li antropologê ji rojhilatê Kurdistanê Kamîl Ehmedî ku welatiyê Ingilîstan û Îranê ye 9 sal cezayê hepsê birrî. 

Kamîl Ehmedî antropologekî civakî bû ku li ser zewicandina zarokan, sinetkirina jinan lêkolîn dikir. Ji ber lêkolîna ku wî dikir, ew li Îranê hat girtin û di dawiya dadgehkirinê de bi îdîaya “hevkariyê bi hikûmetên dijmin re dike” 9 sal cezayê hepsê û qederê 600 hezar euro ceyayê pere kjî lê hat birrîn. Parêzerê Kamîl Ehmedî, Amir Raesian da zanîn ku ew ê li ber biryarê rabin û dozê bibin dadgeha bilind.

Yekîtiya Ewrûpayê mehkûmkirina Kamîl Ehmedî şermezar kir û xwest hikûmeta Îranê rêzê ji mafên tohmetbaran re bigire û dev jî zorlêkirina ji bo lixwemkurhatinê berde.

TEHRAN