Li hepsa Pîranşarê, hêzên Îranê êşkence li welatiyekî Kurd kir û ew bi êşkencê qetil kir. Li Mehabadê jî Îtlaata Îranê 10 welatiyên Kurd girtin. 
Li gorî Kolbernewsê, girtiyê Kurd ê Pîranşarî, Yasir Mengurî ye. Ew di hepsa Pîranşarê de ragirtî bû. Ji ber êşkenceya ku hêzên Îtlaatê yên Îranê lê kirin, wî canê xwe ji dest da.

Heman çavkanî dibêje, sibeha roja 8´ê Îlona 2021´ê (çarşema bihurî) hêzên Îtlaatê bi rêya telefonê ji malbata Yasir Mengurî re gotiye, Yasir li hepsê hatiye kuştin û ji bo wergirtina cenazeyê wî, tevî nasnameya wî biçin navenda wan.

Li gorî Kolbernewsê, destpêkê hêzên Îtlaatê yê Îranê, Yasir Mengurî vexwendine goristana Pîranşarê û li wê derê gule li Yasir Mengurî reşandine. Li wir Yasir birîndar dibe û ew bi rengekî birîndar tê girtin. Hêzên Îtlaatê wî vediguhezînin hepsa bajêr. Piştre ji ber êş û êşkenceya li hepsê lê hat kirin, Yasir Mengurî canê xwe ji dest dide.

Pêla girtinê li Mehabadê

Rejîma Îranê li bajarê Mahabadê 10 welatiyên Kurd, kirin nezaretê. Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku doh hêzên îstîxbarata Îranê (Îtlaat) li Mehabadê ya ku ser bi parêzgeha Ûrmiyê ye, bêhtirî 10 welatiyên Kurd kirine nezaretê.

Navê 8 kesên hatine girtin eşkere bû û ew jî li jêr in: 

Akam Serkanî, Muhemed Siyaqol, Şoreş Kuranî, Mixtar Nebî, Rehman Danzî, Mehmûd Yalaçakî, Celal Gamîşanî, Ferhad Rehîm Mela.
Rêxistinê da zanîn ku pêkanîna hêzên Îranê wek pêleke berfireh a girtinê ye û bêyî destûra dadgehê, bêyî hincet, welatiyên Kurd hatine girtin, û ew birine cihekî nediyar. Aqûbeta girtiyan heta niha nediyar e.

NAVENDA NÛÇEYAN