Îranê Balekayetî û Biradost bombebaran kir
Çarşem 11 Gulan 2022 - 22:18
- Rejîma Îranê bi balafirên bê mirov ên bi çek herêmên Biradost û Balekayetî bombebaran kir.
Rejîma Îranê bi balafirên bê mirov ên bi çek herêmên Biradost û Balekayetî bombebaran kir.
Balafirên bê mirov ên Îranê îro di saet 09.30’an de herêmên Biradost û Balekareyetî yên îdareya Soran bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên bi dest ketine, li herêma Biradost, qadên Katîne, Şêlan, Berbizina, Binperêzan û Gorisaye yên ser bi bajaroka Sîkan, herwiha li herêma Balekateyetî jî zozanaên gundê Dêke yê ser bi bajaroka Simîlan ê Çoman bombebaran kirin.
Têkildarî ziyanê ti agahî bi dest neketin.
Bi salan e di vê demsalê de bombebarana Îranê ya li van herêman dubere dibe. Ziyan li rez û baxçeyên welatiyan dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN