Îranê 7 Kurd bi dar ve kirin

Şemî 18 Adar 2023 - 00:40

Îranê 7 Kurd bi dar ve kirin

 

Rejîma Îranê li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê girtiyê siyasî Mohîddîn Îbrahîmî doh serê sibehê bidarve kir. Girtiyê siyasî yê Kurd Îbrahîmî sê roj berê bi malbata xwe re hevdîtina dawî kiribû û gotibû ji bo wî bidarve bikin kirine hucreya yek kesî. Piştre ji malbata wî re hat ragihandin ku Îbrahîmî hatiye bidarvekirin. 

Hat ragihandin ku Ferweher Abbasnejad, Mohammad Ayyubiyan, Cahanbaxş Radluyî, Yasîn Raşîdî û Hasam Omrî ku tê diyarkirin ji sûcê qaçaxçîtiyê li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê girtîbûn û Nasrîn Niyazî ku nayê zanîn ji kîjan sûcî girtî doh li berdestê sibehê hatin bidarvekirin.  

Rejîma Îranê ji serê salê ve heta niha herî kêm 145 kesan bidarve kiriye. Tê gotin dibe ku hejmara kesên hatine bidarvekirin zêdetir be. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.