• Hêzên rejîma Îranê êrişî komek kolber kir û di encamê de 4 kolber birîndar bûn.

Hêzên rejîma Îranê êrişî komek kolber kir û di encamê de 4 kolber birîndar bûn.

Êrişên hêzên rejîma Îranê yên li ser kolberan dewam dikin. Hêzên rejîmê li ser sînorê Newsud êrişî komek kolber kir.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan pêr êvarî êriş pêk hatiye û herî kêm 4 kolber birîndar bûne. Heman rêxistinê navê kolberan jî wiha belav kir: Purya Weysî û Firyard Weysî (bira ne), Mîlad Ehmedî û Ihsan. 

NAVENDA NÛÇEYAN