Îranê 4 girtiyên din bidarvekirin

Duşem 19 Tebax 2024 - 01:45

Hat ragihandin ku rejîma Îranê di navbera rojên 13 û 15’ê Tebaxê de li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 4 girtiyên din bidarve kiriye. Tora Mafên Mirov a Kurdistanê diyarkir ku di navbera rojên 13 û 15’ê Tebaxê de rejîma Îranê 4 girtiyên din ku bi îdîayên cûda hatibûn girtin, li girtîgehên Kerec, Sine û Sebzeward bi darvekiriye. Hat gotin ku 3 ji wan Kurdin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.