Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku pêr bi şev 3 girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navê Wefa Henare, Aram Umerî Berdiyanî û Rehman Perhazû ku xelkê Urmiyeyê ne ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Li gorî hate ragihandin hêzên rejîmê malbatên girtiyên hatine bidarvekirin agahdarkirine ku wê cenazeyan radestî malbatan nekin.

Hêjayî gotinê ye ku di rojên borî de cezayê bidarvekirinê ji bo her sê girtiyên siyasî ji aliyê Şaxa 39’an a Dadgeha Îranê ve hatibû dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN