Îranê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kir
Pêncşem 26 Hezîran 2025 - 02:45
Zextên rejîma Îranê li dijî girtiyên Kurd berdewam dikin. Girtiyên Kurd ên bi navên Idrîs Alî û Azad Şoecaî yên ji Rojhilatê Kurdistanê û Resûl Ahmed Resûl ê ji Silêmaniyeyê ku li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê dihatin ragirtin, doh di danê sibehê de ji hêla rejîmê ve hatin darvekirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku darvekirina girtiyan hatiye veşartin û mafê hevdîtina bi malbatê re nedane girtiyan.
Li gorî nûçeya Hengawê; her sê girtî di Tîrmeha 2023yan de ji hêla Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê ve hatine binçavkirin û birine navenda binçavkirinê ya li Urmiyeyê. Li vir êşkenceyên giran li wan hatine kirin. Hat diyarkirin ku bi darê zorê û bi rêya êşkenceyê dane axaftin û îfade bi wan dane qebûlkirin û mafê wan a darizandina adilane hatiye binpêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN