Îran yek ji wan welatên herî zêde darvekirin lê pêktê. Li gorî agahiyên hatine wergertin di nava sê rojên dawî yên meha Kanûnê ya 2023’an de 4 jin hatin bidarvekirin. Bi vî awayî hejmara jinên ku di nava salê de li Îranê hatine bidarvekirin gihişt 25 jinan. Li gorî raporên saziya Encûmena Jinên Îranê, rejîma Îranê cezayê bidarvekirinê dewam dike. Di raporê de tê gotin ku rejîma Îranê cezayê bidarvekirinê weke amûreke ji bo çavtirsandina gel û pêşîlêgirtina nerazîbûnên li dijî desthilatê bikar tîne. Di raporê de tê gotin, li gorî sala 2022’an di sala 2023’yan de rêjeya bidarvekirinê ji sedî 43 zêde kiriye. Tê gotin, tenê di nava meha Cotmeh û Mijdara 2023’an de nêzî 200 kes hatine bidarekirin. Di nava salê de jî bi giştî nêzî 850 girtî hatine bidarvekirin. Ji van 15 girtiyên siyasî ne, 25 jin in.
Li gorî daneyan, ji sala 2007’an heta niha bi giştî 228 jin li girtîgehên Îranê hatine bidarvekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN