Îranê 22 xwepêşandêr girtin
În 13 Gulan 2022 - 21:39
- Dezgehên ragihandinê dan zanîn ku desthilata Îranê herî kêm 22 kes kirine nezaretê bi îdîaya ku ev kes tevli xwepêşandanên ji bo şermezarkirina zêdebûna buhayê tiştên xwarinê bûne.
Dezgehên ragihandinê dan zanîn ku desthilata Îranê herî kêm 22 kes kirine nezaretê bi îdîaya ku ev kes tevli xwepêşandanên ji bo şermezarkirina zêdebûna buhayê tiştên xwarinê bûne.
Ajansa nûçeyan a Îranê ya fermî doh sibehê ragihand ku desthilata Îranê pêr bi şev li bajarê Dezfûl ê li başûrê rojavayê parêzgeha Xuzistanê 15 kes kirine nezaretê û li bajarê Yasûc ê parêzgeha Kohgiluye û Boyer Ehmed, 7 kesên din kirine nezaretê.
Ji ber ku vê hefteyê Îranê buhayên zeytê, mirîşk, hêk û şîr ji sedî 300 zêde kir, her wiha nirxên xwarinê jî li tevahiya Rojhilata Navîn ji ber liv û tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê zêde bûye, welatiyan protosto kir. Ev xwepêşandan li gelek bajarên Loristanê jî belav bûbûn.
NAVENDA NÛÇEYAN