Îran zilmê nexasim li Kurdan dike
Duşem 12 Nîsan 2021 - 03:30
Rêxistina Efûya Navneteweyî, Amnesty Internationalê hefteya bihurî rapora xwe ya salane eşkere kir. Tê de beşek li ser binpêkirina mafên mirovan a li Îranê hebû. Raporê got, sala 2020'an rejîma Îranê îdam bêhtir weke amûreke tepisandina siyasî ya muxalifan, hindikahiyan û çalakgeran bi kar aniye.
Di raporê de tê bibîrxistin ku li "dadgehên heta mirov bibêje bes neheq" biryarên îdamê tên dayîn û hejmareke zêde mezin a mirovên tên bidarvekirin jî Kurd in.
Rêxistinê îşaret kir bi bidarvekirina Ruholllah Zam, rêveberê kanala telegramê "Amad News"ê û got, "Hikûmeta Îranê îdaman weke sîleha tepirsandina siyasî bi kar tîne." Rêxistin wekî din dibêje, li Îranê îdamkirinên bi dizî hene û mirovên hîna temenê wan ne 18 sal e jî tên bidarvekirin.
Rapor her wiha balê dibe ser zextên li dijî azadiya xweîfadekirinê, çêkirina komeleyan û xwepêşandanan, û dibêje nexasim li dijî hindikahiyan - Kurd, Belûçî û wekî din - ev zext dijwartir in.
Rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî beşek ji rewşa hepsên Îranê û miameleya bi girtiyan re veqetand. Rapor dibêje, rêveberiyên hepsê û rayedar bi qest dermankirina girtiyan asteng dikin. Ji ber şert û mercên xirab jî tehlûkeya ku girtî bi vîrûsa koronayê bikevin zêde bûye. Wekî din li hepsan gelek girtiyên mêr di bin şert û mercên gumanbar de par mirine. Rapor bi bîr dixe ku dîmenên vîdeoyê îsbat dikin ku didu ji wan bi êşkenceyê hatine kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN