Îran wê zora gel nebe
Duşem 9 Çile 2023 - 01:26
- Fermandarê YRK'ê Şiyar Şevger anî ziman ku li gel provokasyonên dewleta Îranê jî wan dawî li agirbestê neaniye û got, "Em li gorî berjewendiyên gelê xwe tevdigerin."
Fermandarê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê Şiyar Şevger derbarê serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û rewşa hêzên wan ên di vê demê de axivî.
Şevger da zanîn ku weke hêzên leşkerî wan di sala 2022'yan de xwe ji aliyê bîrdozî û leşkerî ve li gorî rihê serdemê perwerde kirine û got; "Em xwe li gorî rihê serdema nû, li gorî gerîlayê nûjen li dijî her cure êriş û teknîka dijmin ên dagirkerên Kurdistanê pispor dikin û ji bo demê pêş li dijî her cureyên êrişên dijmin bikaribin gelê xwe biparêzin, em xwe li ser paradîgmaya Rêber Apo perwerde dikin. Em li gorî stratejiya heyî û agirbestê di nava salê de bi berfirehî nêzîk bûn û tu çalakî li dar nexist. Em li dijî derxistina tevliheviya desthilatdariya Îranê ku xwest li ser hevalên me li herêmê pêk bîne, pirr bi sebir nêzîk bûn. Em li gorî pêwistiyê agirbestê tevdigerin."
Kontra xistine dewrê
Şiyar Şevger bi dewamî destnîşan kir ku dewleta Îranê di nav sala derbasbûyî de bi rê û rêbazên cuda xwest derbê li hêzên wan bide û got; "Li ser navê me kontra xistin qadên ku hevalên me lê ne. Ev kontra li ser navê me diçin bi gel re diaxivin. Gerîlayên Kurdistanê gerîlayên Rojhilat bi çand, exlaq û pîvanên xwe tên naskirin. Divê gelê me danûstandina hevalê me û kesên weke kontra nas bike.
Gel êdî polîtîkayên heyî qebûl nake
Şiyar Şevger diyar kir ku di sala 2022'yan de bi pêşengtiya jinan têkoşîneke têr û tijî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat meşandin û got; "Gel êdî polîtîkayên Îranê qebûl nakin. Gel zane bûye, pêş ketiye, têdikoşe. Divê desthilatdarî vê yekê bizanibe û guhertinan bike. Ger tu guhertinan çê neke wê gel guhertinan çê bike. Gel şoreşê pêk bîne, va pêk tîne û berdêlan jî dide. Bi qetilkirin, darvekirin û tepisandina gel tu kes nikare gel têk bibe, ji ber ku tevger gel e, dema gel bibin yek û mil bidin hev cîhan jî nikare wan bide rawestandin. Divê desthilatdar bizanibe ger tu bi qetlîman biçî ser gel wê gel xwe biparêze."
Divê gav paşde neyê avêtin
Fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger serhildana gelê Rojhilat û Îranê silav kir û got; "Desthilatdar bi darvekirinan dixwaze çavê gel bitirsîne lê divê gel her darvekirin û şehadetan bike wesîleya bilindkirina têkoşînê, netirse. Azadî bê berdêl nabe. Ji aliyê din divê ciwanên Rojhilat û Îranê bi hev re rêxistinbûna xwe çêbikin û parastina gel bikin. Ev erk û rola ciwanan e. Ciwan hem xwe biparêzin hem jî gel biparêzin. Em jî li çiyayên Kurdistanê ji bo parastina gelê xwe xwe birêxistin dikin. Di sala 2023'yan de em ê rêxistinbûna xwe hîn xurt bikin. Em li cem gele xwe ne."
NAVENDA NÛÇEYAN