Îran û Tirkiyê li hev kirine

Duşem 19 Hezîran 2023 - 14:33

  • Şiyar Şevger got, van demên dawî hêzên dewleta Îranê li dijî qadên gerîlayan ketine tevgerê û wiha peyivî: Em li gorî agirbestê tevdigerin, divê dewleta Îranê jî wisa tevbigere.

Yek ji fermandarên YRK'ê Şiyar Şevger, da zanîn ku Îran û Tirkiyeyê biryar daye ku li dijî PJAK’ê têbikoşin û got, “Ji bo ku istîxbarata Îranê agahiyên derbarê PJAK’ê bide dewleta Tirk û hêzên dewleta Tirk jî di çarçoveya van agahiyan de êrişan pêk bîne, lihevkirinek hatiye kirin. Helwêsta me ya li hemberî vê rewşê diyar e; heger tevgereke ku îdîaya têkoşîna şoreşgerî dike, dev ji têkoşîna çekdarî berde, ev ji bo wê mirin e. Di vê sedsala em tê de, heke ne xwediyê hêza leşkerî û parastinê be, bi îrade û hêza xwe ya xweser nikaribe civakê biparêze, wê tu wateya têkoşîna şoreşgerî jî tunebe.”

Tevgera hewayî zêde bûye

Fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger bal bire ser vê yekê ku li qadên Rojhilat tevgera hewayî zêde bûye û got;“Balafirên keşfê her roj li ser herêmên me digerin, agahiyên ku tên berhevkirin bi rêya PDK û Îranê ji dewleta Tirk re tê şandin û piştre jî êrişî me dikin. Lê belê dewleta Tirk û Îranê di van êrişan de ti encam bi dest nexistin û li hemberî tevgera me ya Apoyî têk diçin.

Şiyar Şevger da zanîn ku li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat êrişên dijwar û mezin tên kirin û got, “Em bi cesaret û baweriyeke mezin li hemberî van êrişên dijwar li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin.’’ 

Li gorî agirbestê tevbigerin

Fermandar Şiyar Şevger, anî ziman ku ew di çarçoveya agirbestê de tevgeriyane û got, “Em li gorî agirbestê tevdigerin, divê dewleta Îranê jî wisa tevbigere. Em ji bo welat, gelê xwe û gelên bindest têdikoşin û hêzeke parastinê ne. Em alîgirê diyalog û çareseriyê ne, em ne alîgirê şer in. Lê heke êrişî gelê me were kirin, em ê bersiva wê bidin.” 

Şiyar Şevger, bang li dewleta Îranê jî kir ku ‘nekevin fêl û xefikên dewleta Tirk’, diyar kir ku hêzên dewleta Îranê di demên dawî de êrişî Merîwanê kirine û got, “Her wiha li Kosalanê jî hin êriş pêk hatin. niyeta wan heye ku li ser çend girên li wir bi cih bibin. Lê divê ji bîr nekin; Em gerîla ne û li her derê Kurdistanê ne. Li gorî wan heger ku hin gir û deran bistînin, gerîla êdî nikare li wir bimîne. Stendina wan giran şaşiyek e, divê dewleta Îranê ya faşîst û mêtinger agirbestê ji xwe re neke firsend. Niha hevalên me sebir dikin ku êriş nakin.”

Nêzîkî qadên gerîla nebin

Yek ji fermandarên YRK'ê Şiyar Şevger diyar kir ku di demên dawî de polîtîkayeke qirêj ketiye meriyetê û hewl tê dayîn hin rastî werin berovajîkirin û bal bire ser van mijaran, “Dibêjin; 'Li dijî dewleta Îranê şer nekin'. Em jî hewl didin pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Lê hin hêzên herêmî bi meşandina siyaseteke qirêj hewl didin gel li hemberî me sar bikin. Ji ber vê yekê divê gelê me li hemberî vê siyasetê hişyar û hesas be.”

Şevger da zanîn ku, divê gelê Kurd li dijî cihên ku dijmin lê dixwaze bi cih bibe helwêsta xwe nîşan bide û bikeve nava tevgerê û bang li hêzên paramîlîter ên Besîc ên dewleta Îranê û hêzên hevkar ên herêmê kir û got, “Ji qadên gerîla dûr bisekinin, zirarê nedin têkoşîna azadiyê û nekevin pey gerîlayan."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.