Pêla destgîrkirinê ya li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ku di rojên dawî de zêde bûye, zext û zordariya dewleta Îranê careke din anî rojevê. 

Piştî ku sê welatî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê hatin destgîrkirin, îro hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê bi ser malên du welatiyên din yên ji Şino de jî girt û ew destgîr kirin. Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan, îro welatiyên binavê Selîm Zulqerneyn, Sabîr Zulqerneyn ku xelkê gundê Hesen Nûran yê girêdayî bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ne, di encama girtina ser malan de ya ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewleta Îranê ve, li ser daxwaza dozger hatine destgîrkirin.

Bi zorê ji mal hatine derêxistin

Xizmên van kesên hatine destgîrkirin dibêjin hêzên ewlekariyê yên Îranê bi awayekê tund bi ser malan de girtine, wan kesan bi zorê ji malê derxistine û ber bi cihekê nediyar ve birine.

3 kesên din jî girtibûn

Çend roj berê jî sê welatiyên din yên bi navê Mihemed Resûlpûr, Idrîs Karsaz û Kemal Quabî hatinbûn destgîrkirin û ber bi cihekê nediyar ve hatine birin. Li gor gotinên xizmên van her pênc welatiyên hatine binçavkirin, heta niha derbarê sedema binçavkirinê û cihê ku welatî lê tên girtin de ti agahî negirtine.

ANF