- Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Saîd Hatîbzadeh diyar kir ku Îran dixwaze tevî civaka navneteweyî derbarê dosyeya nukleerî ya Îranê de peymanek çêbe.
Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Saîd Hatîbzadeh diyar kir ku Îran dixwaze tevî civaka navneteweyî derbarê dosyeya nukleerî ya Îranê de peymanek çêbe.
Muzakereyên li ser bernameya nukleerê ya bi Îranê re doh li Viyanayê dest pê kirin.
Saîd Hatîbzadeh ji çapemeniyê re got “Komara Îslamî ya Îranê ji bo peymanê dixwaze li Viyanayê muzakereyên xurt werin kirin. Hikûmetê komeke bi kalîte şandiye, îrade û ciddîyeya xwe nîşan daye. Heke aliyê hember jî heman îradeyê nîşan bide, ji bo peymanê em ê li ser rêya rast bin.”
Muzakere ji Hezîranê û vir ve sekinîbûn. Li aliyekî muzakereyan Îran û li aliyê din jî Elmanya, Çîn, Fransa, Kralîyeta Yekgirtî û Rûsya hene. Serokê berê yê DYE Donald Trump sala 2018’an bi awayekî yekalî DYE ji peymanê vekişandibû. DYE bi awayekî ne yekser tevlî muzakereyên li Viyanaê dibe.
TEHRAN