• Şandeke Îranê li Hewlêrê bi Mesûd, Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Şandeke Îranê li Hewlêrê bi Mesûd, Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî re civiya. Li gorî daxuyaniyeke konsoloxaneya Îranê ya li Hewlêrê, di 10’ê Nîsanê de şandeke Îranê bi serokatiya balyozê berê yê Îranê yê Iraqê, Hesen Danayî çûye serdana Hewlêrê û bi berpirsên PDK’ê re civiyaye.

Li gorî heman daxuyaniyê, şandeya Îranê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Hikûmeta Hewlêrê Mesrûr Barzanî re civiyaye.

Konsolosxaneyê li ser civînê got, derbarê rewşa Iraq, Herêma Kurdistan û herêmê de guftugo hatine kirin. Behsa xurtkirina peywendiya navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin. Lê esas mesele dibe ku hevjariya PDK´ê ya bi dewleta Tirk û bereya Sûnî ya li Bexdayê re be.

NAVENDA NÛÇEYAN