Îran bela xwe ji jîngeh parêzan venake
Duşem 23 Gulan 2022 - 17:02
- Heftiya bihurî, hêzên dewleta Îranê çalakvanê jîngehparêz “Uswet Zerdoyî” yê 30 salî yê ji nehiya Bayîngan a ser bi bajarê Pawê, kirin nezaretê.
Heftiya bihurî, hêzên dewleta Îranê çalakvanê jîngehparêz “Uswet Zerdoyî” yê 30 salî yê ji nehiya Bayîngan a ser bi bajarê Pawê, kirin nezaretê.
Li gorê çavkaniyeke agahdar, hêzên dewletê bêyî ti belgeyên qanûnî, ew welatiyê Kurd kirine nezaretê û ji bo lêpirsînê birine yekê ji girtîgehên ewlehiyê yên Pawê.
Çavkaniyê her wiha got, malbatê li aqûbeta kurê xwe pirsiye, lê heta niha nizane çi hatiye serê wî û ka li ku tê ragirtin. Heta niha tohmeta li dijî Uswet Zerdoyî jî nayê zanîn.
PAWE