Înternasyonalîstên Gaspeyê yê Kanadayê, ji bo destpêkirina rêxistinkirina xwe, wergirtina piştgiriya navneteweyî, tevî gelê Kurd û mutefîkên xwe yên li her dera dinyayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan wê di 6 û 7’ê Sibatê de ji Gaspeyê bimeşin Perceyê.

Înternasyolîstan diyar kirin her sal ji aliyê ciwanên şoreşger û kolektîfên navneteweyî ve ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek tê lidarxistin û gotin “Rêber Apo 23 sal in bi neheqî li giraveke Tirkiyeyê di girtîgehê de tê ragirtin. Operasyona girtinê ya ji aliyê servîsên veşartî yên welatên cuda ve tê kirin binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ji ber vê yekê di 6 û 7’ê Sibatê de ji bo piştgiriya Kurdan û serbestberdana Abdullah Ocalan me ev rê hilbijart û wê endamên rêxistinê ji Gaspeyê heta Perceyê bimeşin.”

NAVENDA NÛÇEYAN