Insîyatîfa Girtiyan: Înfaza Gun taloq bikin

Duşem 17 Hezîran 2024 - 00:38

Endamên Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikêşin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 510’an çalakiya xwe de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin ba hev. Rêveber û endamên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Enqereyê tev li daxuyaniyê bûn. 

Endama Lijneye Rêveber a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen di daxuyaniyê de bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyê nexweş Salîh Gun ê 62 salî yê di Girtîgeha Hejmar 2 a Ewlehiya Bilind a Sîncanê de tê ragirtin. 

Gelek nexweşî lê peyda bûne  

Çevîrmen anî ziman ku Salîh Gun di pêvajoya girtîgehê de bi gelek nexweşiyan ketiye û da zanîn ku ji ber pirsgirêka dil Gun anjiyo bûye. Çevîrmen diyar kir ku guhê rastê yên Gun ji sedî 70-80 kêm dibihîse, divê ji ber fitiqa piştê û stûyê xwe emeliyat be û ev tişt gotin: “Demeke dirêj e di çokên wî de romatîzma heye, çûye bijîşk, derman stendine lê ji ber bandora dermanan derbas bûye êş û azarên wî dîsa dest pê kirine. Nexweşiya gurçikan û mîzokê pê re heye. Salek berê nexweşiya şekir lê peyda bûye û Gun bi diyetê xwarinê dixwe.”

 Lijneya Îdarî amûran nade 

Çevîrmen anî ziman ku bi awayekî rêk û pêk mafê dermankirinê yê Gun tê astengkirin û wiha pê de çû: “Bijîşkan li gorî nexweşiyên wî jê re alav û amûr nivîsandine, ji bo ku werzîşê bike pêdiviyên wî berçav girtine. Lê belê Lijneya Îdare û Çavdêriyê vê yekê qebûl nake, alavên bijîşkan jê re nivîsandine nayên dayîn û wî sewqî saziyekî bilindtir tenduristiyê kirine.  

Çevîrmen xwest pêvajoyên raporê yên Gun werin meşandin û Gun were berdan. 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.