Înîsiyatîfeke perwerdeya li dijî nijadperestiyê

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 16 Mijdar 2020 - 01:13

  • Li ser navê Ferhat Unvar, înîsiyatîfeke perwerdeyê ya li dijî nijadperestiyê hat damezrandin. Dayika Ferhat, Serpîl Temîz dibêje, armanca wê ew e ku li dibistanan li dijî rasîzmê zarok bên agahdarkirin û zanibin nijadperestî mirovan dikuje.

Înîsiyatîfa Perwerdeyê ya Ferhat Unvar li bajarê Elmanyayê Hanauyê hat damezrandin. Înîsiyatora vê înîsyatîfê jî dayika Ferhat Unvar, Serpîl Temîz e. Armanca sereke jî dibistanên bê nijadperestî ne. Serpîl Temîz îşaret bi qetilkirina 9 kesan di êrişa nijadperestî ya 19'ê Sibatê ya li Hanauyê de dike ku tê de kurê wê Ferhat jî hebû, û dibêje, “Nabe ku zarokên me ji kîsî xwe miribin. Mirina wan divê dawî be, dawiya êrişên nijadperestiyê. Mirina wan divê destpêka tiştekî nû be. Destpêka dibistanên bê nijadperestî û bihevrejiyaneke tê de mafên her kesî weke hev bin. Ti kes naneqîne ka ji kîjan miletî wê bê dinê. Ti kes ji xwe re porên reş yan jî boz naneqîne.”

Serketina înîsiyatîfê ya Ferhat e

Bi ya Serpîl Temîz divê ev hindikahiya rasîst ya ku ji xwe pê ve her tişta din a li ser rûyê erdê nefret dike, ji xurtî û hêza xwe bê kirin. Gava ku ew di vê yekê de bi ser keve jî ew ê çi bike, pirr baş dizane: “Ez ê biçim ser gora kurê xwe û bibêjim, ev têkoşîna te bû û tu bi ser ketî.”
Serpîl Temîz dibêje, hêviya wê ye ev înîsiyatîf li bajarên din ên Elmanyayê jî belav bibe. Hema hefteyekê piştî qetilkirina kurê xwe, fikra înîsiyatîfeke halo, pê re çêbûye. Ji ber ku beriya êrişa 19'ê Sibatê jî ew gelekî tevî malbata xwe bûbû mexdûrê nijadperestiyê; nexasim jî li dibistanan.
Tecrûbeya wê û kurê wê ya li dibistanê ev bû. Mamoste, zarokên xerîban li dibistanê zû bi zû qebûl nakin. Ew neçar mabû ji kurê xwe re bibêje, divê ew ji Elmanan bêhtir bixebitin. Li ser babetê ew dibêje, “Ez naxwazim ku dayikên din ji zarokên xwe re bibêjin, divê ew ji zarokên Elman bêhtir bixebitin.” Sedema wê ya sereke ya damezrandina vê înîsiiyatîfê jî ev e. Malpera înîsiiyatîfê jî pêr yanî di rojbûna Ferhat Unvar de vebû.

Înîsiyatîf dixwaze xwe bigihîne mamosteyan jî

Înîsiyatîf hîna nû ye. Ew ê karê perwerdeya li dijî nijadperestiyê bike. Deriyê Înîsiyatîfê li dayik û ciwanên rabihuriyeke wan a koçberiyê heye, vekiriye. Lê her wiha ji bo mamosteyan jî deriyên wê vekirî ne. Li gorî Serpîl Temîz, mamoste gelek demê bi zarokên wan re dibihurînin û ji bo vê înîsiyatîf dixwaze xwe bigihîne wan jî.
Ji Înîsiyatîfa 19'ê Sibatê, Newroz Duman ji Frankfurter Rundschau re dibêje, “Em di asta federal de peywendiyê datînin bi perwerdekarên dewletê, yên din, aktorên cihî, û wan mirovan re ku bi salan e karê perwerdeya li dijî rasîzmê dikin.” Di nava van de Saziya Perwerdê ya Anne Frank û Weqfa Amadeu-Antonio hene. Kanûnê ew ê dest bi projeyên berçav bikin: Atolyeyên bi pedagogan re wê bên amadekirin.

Ew ê xwe bigihîne dibistanên seranserê Elmanyayê

Serpîl Temîz li ser armanca atolyeyan dibêje, “Heger her zarok li dibistanê hîn bibe ku rasîzm dikuje û di civaka me de cihê cudakeriyê nîne, û vê tecrûbeyê belav bike, hingê me jixwe gelek tişt bi ser xistine.”
Dayika Ferhat Unvar, Serpîl Temîz hêvî dike ku proje mezintir bibe û li bajarên din ên Elmanya Federal belav bibe: “Hingê ez ê karibim ji kurê xwe re bibêjim, Ferhat kurê min binihêre, tiştên xirab hatin serê te û me. Lê vê tecrûbeyê em xurt kirin. Me ev ji bo zarokên din bi ser xist.”

Ji bo malpera înîsiyatîfê bitikînin ser vê lînkê: https://www.bildungsinitiative-ferhatunvar.de/

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.