Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd hat ragihandin
Çarşem 21 Gulan 2025 - 02:50
Jinên Kurd ên ji beşên cuda yên ol, sazî û beşên cuda yên civakê yên ji Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê li hev kom bûn û Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê ragihandin.
Jinên Kurd ên li Ewropayê yên ji çar aliyên Kurdistanê, ji beşên cuda yên civakê û saziyên serbixwe di salvegera 51'emîn a şehadeta Leyla Qasim de li hev kom bûn.
Têkildarî kombûnê û encamên wê daxuyaniyek hate dayin.
Li gorî vê yekê, jinên Kurd ên li Ewropayê, bi armanca yekîtiya jinên Kurd, ji bo xwedîderkertina li têkoşîn, kevneşopî, destketiyên jinên Kurd, parastina mîrate û berxwedana jinên Kurd, bi dirûşma 'Yekîtî hebûn e' li hev civiyan.
NAVENDA NÛÇEYAN