DYE´yê ji Ingilistanê xwestibû ku avakarê WîkîLeaksê radest bike. Dadgeheke li Ingilistanê ev daxwaz red kir.

Dadgeha Cezayê Navendî ya Londonê biryar da ku ew avakarê WîkîLeaksê Julian Assange radestî DYE nekin. Hate diyarkirin ku DYE wê li ber vê biryarê rabe.

DYE Assange gunehbar dike ku wî di salên 2010 û 2011’an de bi hezaran belgeyên li ser şerê li Iraq û Efxanistanê û nivîsên dîplomatîk, eşkere kirine.

LONDON