• “Ji ber ku parlamen bi rewşa siyasî ya navxweyî re mijûl e, nekariye li ser êrişên Tirkiyeyê kom bibe, lê parlementer ji bo rawestandina êrişan di nava liv û tevgerê de ne.”

Parlamenterê Iraqî Mihemed El-Beldawî da zanîn ku ji bo parlamena Iraqê li ser êrişên Tirkiyê kom bibe, îmzeyên pêwîst hatine komkirin û got, “Ji ber ku parlamen bi rewşa siyasî ya navxweyî re mijûl e, nekariye li ser êrişên Tirkiyeyê kom bibe, lê parlementer ji bo rawestandina êrişan di nava liv û tevgerê de ne.”

Dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike. Dewleta Tirk her rohj bi dehan bombeyan li axa Başûr dibarîne, gaza kîmyewî bi kar tîne. Lê heta niha jî ji derveyî nerazîbûnên beşek ji hêzên siyasî yên Iraqê, ti gava pratîkî li dijî dewleta Tirk nehatiye avêtin.

Gelek parlementerên ji fraksyonên cuda yên Şîiyan, ji bo parlamena Iraqê rûniştineke taybet li dijî dagirkeriya Tirk bike, îmze berhev kiribûn. Li gorî qanûnên Iraqê parlamen dikare li ser îmzeya 50 parlamenteran a li ser daxwaznameyekê kom bibe. Li gorî agahiyên ku parlamenterê Iraqê Mihemed El-Beldawî daye Rojnewsê, îmzeyên pêwîst hatine komkirin û tenê mayê parlamen li ser mijarê bicive.

El-Beldawî li ser sedema pêknehatina rûniştina parlamenê got, “Ji ber ku pirraniya fraksiyonên li parlamenê mijûlî rewşên siyasî yên navxweyî ne, lewma heta niha nekariye li ser mijarê kom bibe.

Li ser êriş, bûyer û binpêkirinên serweriya Iraqê ji aliyê Tirkiyeyê ve, divê bersiveke di cih de were dayîn. Ji bo êriş bi awayekî mayînde rawestin jî parlamenter hewl didin.” 

ROJNEWS/BEXDA