Cihgirê dûyem ê serokê parlamena Iraqê, Şaxewan Abdulla ragihand ku 125 parlamenteran xwestiye parlamena Iraqê derbarê êrişên dewleta Tirk û Îranê de bicive, lê heta niha ti demeke ji bo civînê nehatiye diyarkirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk rojane bombe li herêmê dibarîne û xelkê sivîl dike hedef. Îran jî di demên dawî de rojane herêma Kurdistanê dide ber topan.

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker û Îranê de, parlamenterên Iraqê îmze kom kirine û dixwazin civînek li ser êrişan pêk were.

Cihgirê dûyem ê serokê parlamena Iraqê Şaxewan Abdulla bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo parlamena Iraqê li ser êrişên dewleta Tirk û Îranê bicive, 125 parlamenteran îmze kom kirine. Şaxewan di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku heta niha ji bo vê civînê ti dem û qewl nehatiye diyarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku cihgirê yekem yê serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî pêr derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de ji Rojnews re gotibû; “Êrişên dewleta Tirk yên li ser serweriya xaka Iraqê nayên qebûlkirin, ji ber ku welatiyên sivîl dibin qurbanî.”

ROJNEWS/BEXDA