Îlhama me Ocalan e

Çarşem 6 Adar 2024 - 00:10

CEYLAN ŞAHÎNLÎ

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed destnîşan kir şoreşa jinê ne tenê bi çekê ye, ew giranî didin xebatên akademîk jî, destkeftiyên ku wan ava kirine ji bo hemû jinan in û got îlhama wan a herî mezin di têkoşînê de Rêber Abdullah Ocalan e. 

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   

Mihemed destnîşan kir ku YPJ mîrateya jinên ku di tevahiya dîrokê de têkoşîna azadiyê domandine û hewl didin ku vê mîrateyê li Rojavayê Kurdistanê mezin bikin.  

Mihemed, anî ziman ku YPJ’ê rêgeza civaka demokratîk ji xwe re kiriye rêber û wiha got: “Li ser civaka me her tim polîtîkaya komkujî, qirkirin, ji çandê dûrketin, bêexlaqkirin û bênasnamekirinê hatiye danîn. Me jinan ji xwe re kire armanc ku em vê hişmendî û ramanê tune bikin û van hemû siyasetan bi destê jinê pûç bikin. Ji ber vê yekê YPJ’ê ji roja hatiye avakirin ve afirandina şoreşa zihî esas girt. Di nava şer û pevçûnê de jî têkoşîna jinan esas girt.’’

Şoreşa jinê ne tenê bi çekê ye 

Mihemed bi berdewamî destnîşan kir serkeftinên ku hatine bidestxistin ji bo hemû jinan bû hêvî û anî ziman ku li akademiyên hatin vekirin ji bo xurtkirina têkoşîn û şoreşa jinê perwerde hatin dayîn. Mihemed, bi lêv kir ku di van akademiyan de naskirina jinan a nasname û dîroka xwe esas tê girtin û wiha lê zêde kir: Ev jî dide nîşandan ku şoreşa jinê ne bi tenê çekê di heman demê de bi binesaziyeke fikrî bizanebûn hatiye qezenckirin. Bi YPJ’ê re şervanên jin, di qada leşkerî de pêş ketin, di qada îdeolojîk de jî gelek kûr bûn.”

YPJ’ê pênaseya şervaniyê danî

Mihemed, diyar kir ku çapemeniya cîhanê têkoşîna jinê anî ser fizîkîbûnê û radîkaltî jinedîtive hat û got, ‘’Lê YPJ artêşeke wiha ye ku nasnameya jinê daye qebûlkirin. Ji destpêkê ve fîkriyata ‘Jin jiyan azadî’ ku ji xwe re kiriye felsefe temsîl dike. YPJ’ê penaseya ‘şervan’ jî jinûve kir. Me nîşanî herkesê da ku felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ ne tenê dirûşmeyeke. Di nava êriş û şer de bersiva ji pirsên têkiliya jin û jiyanê, jina ku di nava lêgerîna azadiyê de kî ye hate xwestin û bersiv jî bûn jinên YPJ’î.” 

Armanc tinekirina şoreşê ye 

Mihemed, diyar kir ku di salên dawî de bi polîtîkayên şerê taybet hedef tên girtin û wiha domand: “Jinên YPJ’yî îspat kirin ku ew dikarin ji xwe, ji gelê xwe û herkesê li azadiyê digirin re bibin rêber. Careke din nîşan da ku hem li dijî mêtîngeran hem jî li dijî pergala baviksalariyê têkoşîneke zayendî heye. Bi qetilkirina jinan re polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin. Ji ber ku weke min di destpêkê de jî got, jin kevirên bingehîn ên pergala vê derê hatiye avakirinin. Di kesayeta jinan de hewl didin şoreşê ji holê rakin. Bi tundî û îşkenceyê hewl didin jin serî bitewînin. Lê divê ev were zanîn ku êriş çiqas zêde û cûr bi cûr bin amadekariyên me jî ewqas hene. Elbet ez nabêjim ku ev tê re dike.  Mihemed bi berdewamî ew têkoşîneke pirhêlî dikin û di vê têkoşînê de îlhama wan a herî mezin Rêber Ocalan e:’’Em her tim xwe nû dikin. Em hem perwerdehiyên xwe yên bîrdoziyê bi awayekî sîstematîk û birêkûpêk dimeşînin hem jî di qada leşkeriyê de perwerdeya xwe didomînin. Hem di warê leşkerî hem jî di qadên civakî de em ê bi gelê xwe re vî şerî bidomînin. Îlhama herî mezin a vê berxwedanê jî berxwedana Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ye. Em bi şerê xwe armanc dikin ku pergala tecrîdê ji holê rabikin. Em ê weke jinan careke din nîşanî wan bidin ku em ê bi paş ve gavê neavêjin.”

Mihemed, di peyama xwe ya 8’ê adarê de wiha got: “8’ê Adarê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pîroz be, ku rêya jiyana azad li me vekir û têkoşîn hînî me kir. Li hemû jinên cîhanê yên têkoşîna azadiyê didin û jinên YJA-Starî ku vîna jinê îspatî hemû cîhanê kir pîroz be. Ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.