• Dewleta Tirk a dagirker ku xwe ji nuqteyeke eskerî ya li Idlibê vekişand, ji bo destê xwe yê bazarê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî xurt bike, Idlibê hîn jî bi kar tîne. Rêveberiya Enqerê tevî ku di hevsengiya DYE-Rûsyayê de dilîze, nakokiyên navbera komên çete jî tev dide û kûr dike.

Rojnamevan Ersîn Çaksû di ajansa Firatê de bi analîzekê balê dikişîne ser rewşa li Idlibê û di vê çarçoveyê de pozîsyona Emerîka-Rûsya, dîsa Tirkî-Sûrî destnîşan dike û dibêje, Idlib bi destê hêzên navneteweyî û hêzên herêmî veguheriye girêkekê. Bûyerên ku rojên dawî lê diqewimin, nîşan didin ku rojên bê wê liv û tevgereke zêde lê çêbibe.
Çaksû di dema bê li Idlibê de pêşbîniya şerekî mezin dike; xwevekişandina artêşa Tirk a dagirker ji nuqteya eskerî ya 9'an a Morekê mînak dide ku ev nuqte yek ji 12 nuqteyên eskerî yên dewleta Tirk li Idlibê ye û dîsa dibêje, 6 nuqteyên din ên eskerî yên Surman, Til Tûqan, Til Eys, Raşidin, Anadan û Şêx Aqil jî vala bike. Jixwe ev nuqte di dorgirtina rêveberiya Şamê de ne. Hêjayî bi bîr xistinê ye, artêşa Tirk di kontrola Rûsyayê de xwe ji nuqteyê vekişand.

Tirk bazarê dikin

Çaksû weke din van agahiyan dide; Rayedarên Rûs di 15'ê Îlonê de li Enqereyê dema ku bi rayedarên Tirk re rûniştin, ji wan xwestin ku xwe ji nuqteyên hatine dorpêçkirin vekişînin. Tê gotin ku rayedarên Tirk jî di berdêla vê yekê de destûr xwestine ku Til Rifat an jî Minbicê dagir bikin. Ji ber ku li hev nekirine, Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê di 22'ê Îlonê de bi daxuyaniyekê ragihand ku li otobana M4 a li Idlibê dewriyeyên hevpar hatine rawestandin. Dewriyeyên hevpar ên li Idlibê piştî şerê meha Sibatê yek ji sê şertên bingehîn ên agirbesta 5'ê Adarê ya li Moskowayê bûn.

Eskerekî zêde xistiye Idlibê

Li ser vê rewşê, Rûsya dewleta Tirk hişyar dike ku wê nikaribe nuqteyên wê biparêze û xelkê herêmê jî destpê kir li dijî dewleta Tirk xwepêşandan pêk anîn û li hemberî vê rewşê dewleta Tirk ji ya xwe hat xwarê. Dewleta Tirk erê vedikişe lê li bereyên paş xwe zeximtir dike û hê jî bi vî hewl dide bazarê xurt û xweş bike.
Li gorî daneyên Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), artêşa Tirk ji agirbesta 5'ê Adarê û vir ve 7 hezar û 280 leşker şand Idlibê, bi 10 hezar û 615 qemyonan malezmeyên leşkerî û wesayitên leşkerî veguhast herêmê.
Her wiha ji başûrê Idlibê heta wîlayeta Helebê ku li aliyê rojhilat e, 69 nuqteyên leşkerî yên artêşa Tirk hene. Tê texmînkirin ku hejmara leşker, personelên eskerî û îstîxbaratê yên artêşa Tirk ên li Idlibê nêzî 30 hezarî ne.

Kulmoza komên çeteyan

Çaksû di analîza xwe de hebûna Emerîkayê jî bi bîr dixe û dibêje, divê hêza wê ya li vir piçûk neyê dîtin. Dîsa Çaksû komên çete yên li vir jî guftûgo dike, nexasim Heyet Tehrîr El Şamê analîz dike û balê dikişîne ser hewldanên wê yên rewabûnê. Li aliyê din, komên çete yên dewleta Tirk yekser bi xwe avakirine û bi xwe bi rêve dibe hene.
Herçiqasî Erebistana Siûdî, Îmarat û Misrê mehên derbasbûyî ji bo 'muxalefeteke nû ya Sûrî’ ketibûn nava hewldanan jî Emerîkayê rê nedabû wan.

Gelek pîlan di zikhev de ne

Çaksû di dawiya analîza xwe de weha dibêje, “Dema ku bi rengekî giştî bê nirxandin wê were dîtin ku li Idlibê planeke bi tenê nayê bicihanîn, gelek planên cuda di dewrê de ne. Idlib veguheriye hêlîna terorîzmê ku ji Lîbyayê heta Qerebaxê, ji Yemenê heta Iraqê terorîzm ber bi çar aliyên cîhanê ve tê belavkirin. Li Idlibê alî hemû amadekariyê ji şerekî gengaz re dikin. Dewleta Tirk jî carna xwe dispêre Rûsyayê, carna jî DYE'yê, her wiha carna xwe dispêre nakokî û lihevkirina hêzên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî û bi vî rengî şerê xwe zexm dike.”

NAVENDA NÛÇEYAN