Malbatên Mazlûm Dag û Abdûrahman Er ên ku li Başûrê Kurdistanê cezayê îdamê li wan hate birrîn, bang li raya giştî kirin da ku li ber îdamê rabin.
Di bûyera kuştina rêveberê MÎT'ê Osman Kose ya 17'ê Tîrmeha 2019'an a li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, cezayê îdamê li Mazlûm Dag û Abdûrahman Er hatibû birrîn. Malbatên Dag û Er bang li raya giştî kirin.
Malbatên Dag û Er ên li Swîsreyê ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê xwest ku biryara îdamê betal bikin.
Necmettîn Er û Mesût Alagaş bi navê malbatan axivîn û diyar kirin ku tevî saziyên Kurdan, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û rêxistinên civaka sivîl ew hewl didin li dijî biryara îdamê raya giştî biafirînin.
Necmettîn Er diyar kir ku biryara îdamê ya hikûmeteke Kurd a li dijî ciwanên Kurd wê zerarê bide yekparebûna neteweya Kurd û got, "Kurd heta niha bi destê dijminan dihatin îdamkirin, lê niha rêveberiyeke Kurd biryara îdamê daye. Lê belê li dijî vê biryara şaş em ji raya giştî ya navneteweyî li hêviya piştgiriyê ne."
Wekî din di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku li Swîsreyê li dijî biryara îdamê wê înstiyatîfek bê avakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN