Huseyîn Narli hat veşartin

Pêncşem 13 Çile 2022 - 22:24

  • Huseyîn Narli 3 sal bû ku bi kanserê ketibû. Ew ji damezrênerên TV10 û CAN TV’yê jî bû. Ji sala 1983´yan ev ew li Ewrûpayê dima û demeke dirêj nivîskariya rojnameya me jî kir.

ERDAL ALIÇPINAR  / DORTMUND

Ji navên muhim ên Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê, rojnamevan Huseyîn Narli (Okkeş Unlubayır) 9´ê Çile êvarê çûbû heq. Ew doh piştî merasîma li Navenda Çanda Elewî ya li Dortmundê DAKME´yê  li goristana Hauptfriedhof a li Bochumê hat veşartin. 

Huseyîn Narli 3 sal bû ku bi kanserê ketibû. Ew ji damezrênerên TV10 û CAN TV’yê jî bû. Ji sala 1983´yan ev ew li Ewrûpayê dima û demeke dirêj nivîskariya rojnameya me jî kir.

Keça wî Evîn Unlubayir li ser cenaze strana Ayfer Duztaş a "Lo Wer Meke" got. 

Dostê wî û nivîskarê me Suat Bozkuş jî got, ew û Narli 50 salan hevrêyên hev bûne û wiha behsa wî kir: "Li gundê wî her kes Kurd û Elewî bûye.

Gava diçe dibistanê, mamoste dibêje tê bi Tirkî bipeyive. Ev cara ewilî ye ku zilm lê dibe." 

Pîr Mustafa Misir jî got, "Mirov diçibe erda lê bûye, Huseyîn Narli jî wiha bû. Xweziya me kariya ew li erdên lê ji dayik bûye, veşêrin." Pîr Mustafa Misir ji Huseyîn Narli dza helalkirinê kir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.