• Şirovekar û bernamevanê CAN TV´yê Huseyîn Narli, 9'ê Çile êvarê wefat kir û çû heq.

Şirovekar û bernamevanê CAN TV´yê Huseyîn Narli, 9'ê Çile êvarê wefat kir û çû heq.

Agahiya li ser koça dawî ya rojnamevan Huseyîn Narli (Okkeş Unlubayir) ji aliyê hevalên wî yên rojnamevan ve hate parvekirin.

Narli ku di heman demê de yek ji kesayetên girîng ên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê bû, ji damezrînerên TV10 û CAN TV bû.

Ji hevalên wî yên xebatê Şiyar Munzur ev peyam parve kir: "Agahiyeke dilşewat. Kekê me Huseyîn koça dawî kir."

CAN TV jî got, "Ji damezrînerên TV 10 û CAN TV û bernamevan, dostê me yê hêja yê kedkar koça dawî kir. Em gelekî pê êşiyan."

Ji hevrêyên wî nivîskarê rojnameya me Sûat Bozkûş jî got, "Heval û hevrêyê min ê 50 salan, birayê min, hevrêyê min Okkeş Unlubayir (Huseyîn Narli) îro êvarê koça dawî kir. Em gelekî pê diêşin."

Malbata Narli malavahiya her kesî kir ku êşa wan parve kirine. 

Merasîma cenaze wê li DAKME, Navenda Çanda Elewî ya li Dortmundê 31´ê Çile saet 10:00´an dest pê bike. 

Heman rojê cenazeyê Huseyin Narli wê saet 13:00´an li Hauptfriedhof a li Bochumê bê veşartin. 

Malbatê xwest li şûna destegul û gulçîçekan, dostên dixwazin,  bêşan bidin Heyva Sor a Kurdistanê.

NAVENDA NÛÇEYAN